Zeugma (bi yewnaniya kevn: Ζεύγμα, lat.Zeugma "Pir") an Seleukia epî tû Zeugmatos (bi yewnaniya kevn: Σελεύκεια ἐπὶ τοῦ Ζεύγματος, lat.Seleukia epî tû Zeugmatos) bajarekî kevnar ê helenîstîk e ku piştre ketiye destê Împeratoriya Romayê. Li hemberî Zeugmayê dîsa li ber Çemê Firatê bajarê din ê Apamea derketiye holê ku ev jî yek ji bajarên kevnarên li herêmê ye. Zeugma li nêzika gundê Belqîzê li ber Çiyayê Belkisê hatiye avakirin (ku nêzika navçeya Bêrecûkê ye) û îro dikeve nav sinorên navçeya Belqîz a bi ser Parêzgeha Dîlokê. Ji ber ku Zeugma û Seleukia di dema rêya îpekê navendeke girîng a herêmê bûye, her du herêm ji ber aboriya xûrt dibe bajarekî vîlayên antîk ku bi gelek mozaîkên bêhempa hatine xemilandin. Zeugma di çiriya pêşîn a sala 2000an de bi qedandina avakirina Bendava Bêrecûkê ji nû ve hate kişfkirin lê piraniya bajarê antîk dikeve bin avê. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1850 – Serokê 12em yê Amerîkayê Zachary Taylor piştî ku fêkiya xav û şîra cemedgirtî veixwe dimire. Li ser mirina wî gumana jehrkirinê tê tê kirin. Piştre jî Millard Fillmore dibe serokê 13em yê Amerîkayê.
1900 – Şahbanûya ÎngilistanêVictorya birryara bi navê padşahiya Ingilistanê derdixe Comonwiltha Awistralyayê were damezrandin. Li vê biryarê mêtîngehên parzemîna Awistralyayê hemûyan di bin alaya hikûmeteke Ferderal de dibin yek.
1952 – Hikûmeta Nurî El Saîd ya Iraqî radigihîne ku ew xwe ji kar dikişînin.
1963 – Piştî ku giravên Malezya ji Îngilistanê rizgar dibin, yekîtiya xwe radigihînin û Delweta Malezya ya Yekgirtî tê damezrandin.
1991 – Piştî salên qutbûnê careke din Başûrê Afrîkayê tevlî Olîmpiyada werzişê bû.